Kanala ROJAVA TV

BERTEK Û NERAZÎBÛNÊN BI HÊRS ÊN LI DIJÎ KOMKUJIYA LI CINDIRÊSÊ BILIND DIBIN

Têkildarî bertekên li dijl komkujiyan li cindirêsê, siyasetmedarên herêma Firatê gotin, armanc ji komkujiyê tunekirina kurdên li Efrînê ye.

siyasemedaran bang kirin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya li efrînê her kes piştgiriyê bide serhildana li cindirêsê.

Dewleta tirk a dagirker her tim ji bo dîrok û nasnameya kurdan têk bibe bi hemû awayan êrîşî kurdan dike.

Komkujiya şeva 20 adarê ya li navçeya cindirsê jî jê ne dûre.

4 welatiyên kurd li navçeya dema ku dixwestin bi dadana agir newrozê pêşwazî bikin ji aliyê çeteyên tirkiyê ve hedef hatin girtin û şehîd bû.

Derbarê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa got, ji bo bidawîkirina dagirkeriya li efrînê divê her kes piştgiriyê bide serhildana li cindirêsê.

 

GÊLO ÎSA-ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PARTIYA DEMOQRAT A KURDÎ YA SÛRÎ

GÊLO ÎSA: DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE SERHILDANA LI CINDIRÊSÊ

Ji aliyê xwe ve Endamê desteya Rêveber a PYD ya herêma firatê Ehmed Xoce jî diyar kir ku dewleta tirk bi komkujya li cinidirêsê re xwest hebûna kurdan li Efrînê têk bibe.

 

EHMED XOCE-ENDAMÊ DESTEYA RÊVEBER A PYD’Ê YA HERÊMA FIRATÊ

EHMED XOCE: ARMANC JI KOMKUJIYÊ TUNEKIRINA KURDÊN LI EFRÎNÊ YE

Piştî komkujiya li cindirêsê bertekên gel ên bihêrs ji tevahî beşên gelê Sûriyê ji bo şermezarkirina vê komkujiyê û sûcdarên wê derketin û bilind bûn.