XELKÊ EFRÎNÊ LI DIJÎ KOMKUJIYA CINDIRÊSÊ EV 6 ROJ IN LI QADAN IN
Karvedan û nerazîbûnên li dijî komkujiya Cindirêsê berdewam in û daxwazên azadkirina Efrînê zêdetir dibin.
Endamên Encumena Malbatên Şehîdan a Hesekê kiryarên komên çete şermezar dikin û dibêjin, armanca van komkujiyan qirkirina gelê Kurd e.
Çalakiya malbata 4 şehîdên komkujiya Cindirêsê û xelkê Efrînê, di roja 6’an de bi beşdariyeke zêde ya xelkê berdewam e.
Ji bo piştevaniya bi serhildana Cindirêsê re, li Kurdistan û li derveyî welêt jî, çalakiyên protestoyî û xwepêşandanên piştevaniyê têne lidarxistin.
Xelkê Efrînê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê, sizadana kujeran û radestkirina rêveberiyê bo resenên wê herêmê dikin.
Endamên Encumena Malbatên Şehîdan a Hesekê kiryarên komên çete şermezar dikin û dibêjin, armanca wan qirkirina gelê Kurd e.
MIHEMED DAWÊ- ENDAMÊ ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN A HESEKÊ
MIHEMED DAWÊ: ARMANCA ÇETEYÊN TIRKIYÊ QIRKIRINA GELÊ KURD E
Bijîşkê ji bajarê Hesekê Dr. Ebdulxenî Şiwêş jî tekez dike ku çeteyên Tirkiyê sînorên hovîtiyê derbas kirine.
EBDULXENÎ ŞIWÊŞ- BIJÎŞK
DR. EBDULXENÎ ŞIWÊŞ: ÇETEYÊN TIRKIYÊ SÎNORÊ HOVÎTIYÊ DERBAS KIRINE
Şeva 20 adarê, ji ber dadana agirê Newrozê, çeteyên Ehrar El- Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li dijî malbata Pêşmerg a ji Cindirêsê pêk anîn û di encamê de 4 kesên ji heman malbatê şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.