Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN HESEKÊ LI HEMBERÎ BILINDBÛNA NIRXÊN KELÛPELAN NE RAZÎ NE

Bi hatina meha Remezanê re, xelkên herêmê dadikevin bazaran ta ku pêdeviyên xwe bikrin. Lê di vê salê de, buhaya madeyan pir bilindbûye. Şêniyên bajarê Hesekê jî ji Rojava TV re nerazîbûnên xwe derbarê vê kêsbaziyê nîşan dan.

Meha Remezanê, meha xêr û bereketê ye.

Ji bo hazirkirina ji vê mehê re, her sal xelk dadikevin bazaran ta ku pêdeviyên xwe peyda bikin. Lê îsal ji ber bihabûna zêde ya kelûpelan, tevgera welatiyan li bazarê kêm bûye.

Li ser vê mijarê welatiyên bajarê Hesekê nêrînên xwe di derbarê bûhaya madeyan û keysbaziya bazirganan de vegotin.

Welatiya bi navê Hekmiya Ehmed anî ziman, nirxê kelûpelan pir biha ye û ew nikarin pêdiviyên xwe li gorî ku tê xwestin, peyda bikin.

Piştî daketina nirxê lîreyê Sûrî li beramberî dolarê amerîkî, bihayê xwurek, fêkî û sebzeyan roj bi roj zêde dibe. Ji ber wê jî welatî nikarin weke her sal pêdiviyên xwe pêk bînin.