Kanala ROJAVA TV

KARWANEKE ALÎKARIYÊ YA RÊVEBERIYA XWESER BER BI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ VE HATE ŞANDIN

Karwanê alîkariyan yên ku ji bo Qurbaniyên erdhejê hatibûn amade kirin, ji herêma Firatê ber bi herêmên wêranbyî ve , hatin şandin.

Desteya Karûbarên Civakî a Herêma Firatê îro danê sibê bi daxuyaniyekê ragihand ku Piştî hewildanan, destûr hat dayîn ku alîkarî derbasî herêmên wêranbûyî bibin .

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Piştî karesata erdheja ku li Tirkiye û Sûriyê rû da û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da ku alîkariyan ji herêmên wêranûyî bişne.

Karwanê alîkariyan ji madeyên xwarin û kelûpelan pêk û ber bi deriyê El-Tayha ve bi rê ket