Kanala ROJAVA TV

BI HEZARAN XELKÊN JI EFRÎN Û ŞEHBAYÊ CENAZEYÊ NEBO ELÎ SPARTIN AXÊ

Bi hezaran Xelkên ji Efrîn û Şehbayê Cenazeyê Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Nebo Elî li navçeya Ihris a kantona şehbayê spartin axê.

Xelkên ji Efrîn û şehbayê Cenazeyê şehîd ji ber nexweşxaneya Avrîn ber bi goristana Şehîdên berxwedana Serdemê ve birin.

Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, piştre axaftin ji aliyê Gulê Cafer li ser navê malbatên şehîdan hatin kirin.

Di axaftinan de li ser girîngiya berxwedana şehîdan ji bo jiyaneke bi rûmet hat teqezkirin, her weha soza xwe nû kirin ew ê li ser riya şehîdên xwe bimeşin heta serkeftin pêk were.

Di dawiyê de wesîqeya Şehîd hat xwendin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Nebo Elî, navê dayikê: Elya, navê bav: Henîf, cih û dîroka jidayikbûnê: Dadilî 1960, dîroka tevlîbûnê: 2016, cih û dîroka şehadetê: Şehba 13’ê Çileya 2023’an.