Kanala ROJAVA TV

CIWAN MELE IBRAHÎM: HIKÛMETA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK RÊ LI BER ALÎKARIYÊN MIROVÎ DIGIRIN

Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku Alîkariya Herêmên Erdhejê yên Sûriyê bike, hewil dide Alîkariyan derbasî wan Herêma bike, lê heta niha li benda erêkirina derbaskirinê ye.

Hevserokê Gerînendeya Ragihandinê Ciwan Mele Ibrahîm û Rêveberê Nivîsgeha Veguhestin û Fêrkirinê Elî Ebdulrehman diyar kirin ku Hikumeta Şamê û Dewleta Tirk a dagirker rê li ber alîkariyên mirovî digirin.