Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER BANGA VEKIRINA DERGEHAN DIKE DA ALÎKARIYÊ PÊŞKÊŞ BIKE

EVÎN PAŞO - HEVSEROKA DESTEYA JIN A HERÊMA CIZÎRÊ

Rêveberiya xweser a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê li pêş navenda NY banga vekirina dergehên bi herêmên zirar dîtine kirin da alîkariyê pêşkêş bikin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Encumena Cîbicîkr a herêma Cizîrê Telat Yûnis ve hate xwendin.

Telat Yûnis di daxuyaniyê de sersaxî ji Qurbaniyên erdhejê û şifayek acil ji birîndaran re xwest.

Yûnis di berdewamiya daxuyaniyê de got: “Tevî dorpêç û ambargoya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyên komên çete û hikûmeta Şamê ve, lê Rêveberiya Xweser bi gelên xwe re bi awayekî mirovî û exlaqî dikarîbûn alîkariyê ji xelkên zirar dîtine kom bikin û bişînin, ev 5 roj in karwanên alîkariyê li ber dergehan rawestiyan e û hîn erêkirin nehatiye alîkarî derbas bibin.

Hevserokê Encumena Cîbicîer a herêma Cizîrê Telat Yûnis bang li aliyên têkildar kir ku di zûtirîn dem de dergehan vekin û yek ji wan dergehan dergehê til koçer e û alîkariyê pêşkêşî herêmên zirar dîtine bikin.