Kanala ROJAVA TV

DOH KARWANÊ ALÎKARIYÊN XÊRXWAZIYÊ DERBASÎ HERÊMÊN WÊRANBÛYÎ BÛN

CIWAN MELE IBRAHÎM - HEVSEROKÊ GERÎNENDEYA RAGIHANDINÊ CIWAN MELE IBRAHÎM: RÊVEBERIYA XWESER HER DEM AMADE YE ALÎKARIYAN PÊŞKÊŞ BIKE EVÎN ŞÊXMÛS - ENDAMA KOORDÎNASYONA HEVBENDIYA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL EVÎN ŞÊXMÛS: KARWANÊN ME JI GELEK PÊDIVIYÊN JIYANÎ PÊK TÊN

Têkildarî Derbasbûna Karwanên alîkariyan ji bo herêmên wêranbûyî, Hevserokê Gerînendeya Ragihandinê Ciwan Mela Ibrahîm ji Rojava TV re tekez kir ku Rêveberiya Xwser bi hemû Derfetên xwe amad eye alîkariyê pêşkêş bike.

Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Alîkariya Qurbaniyên erdhejê bike, kampanya Alîkariyan dabû destpêkirina.

Doh karwanê alîkariyan ji aliyê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevbendiya rêxistinên civaka sivîl ve di çarçoveya kampanya “Vir Sûriyeyê ye” de bi rêya deriyê Ewn El Dadat derbasî herêmên erdhejê bû.

Hevserokê Gerînendeya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Ibrahîm tekez kir ku Rêveberiya Xwser bi hemû Derfetên xwe amade ye alîkariyê ji xelkên li herêmên wêranbûyî re pêşkêş bike.

Li aliyekî din Endama kordînasyona Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl Evîn Şêxmûs dibêje karwanên wan ên alîkariyan ji pere, kon, derman, madeyên xwarinê û cilûbergan pêk tên.

Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku Alîkariya Herêmên Erdhejê yên Sûriyê bike, çend rojan Karwanên wan li Dergehê El Tayha li benda Erêkirina derbaskirinê ji aliyê hikumeta Şamê ve bûn .

Herî dawî doh 2 beşên alîkariyan bi rêya deriyê Um Cilûd ber bi herêmên wêranbûyî ve, derbas bû.