Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO XEBATÊN KOMKIRINA ALÎKARIYAN JI BO QURBANIYÊN ERDHEJÊ DIDOMIN

EMÎRA HISO- WELATÎ

Rêveberiya xweser, malbatên şehîdan û Partiya Yakîtiya Demokratîk bi armanca komkirina alîkariyan ji bo qurbaniyên herêmên erdhejê, li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê kampanya alîkariyan destpêkirine.

Kamîreya ROJAVA TV li bajarê Qamişlo ji nêz ve xebatên komkirina alîkariyan şopand.

Xelkên bajarê Qamşlo berê xwe didin konên ji bo komkirina alîkariyê hatine vedan û li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dikin.

Endamên kampanya komkirina alîkariyan bang li xelkên herêmê kirin ku berê xwe bidin konên alîkariyê û alîkariya qurbaniyên erdhejê bikin.