Kanala ROJAVA TV

ÎNSIYATÎFA GEL HETA NIHA 892 HEZAR ÎMZE KOMKIRIYE

LI KANTONÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ DERDORA 30 HEZAR Û 460 ÎMZE HATINE KOMKIRIN LI TEBQAYÊ ZÊDETIRÎ 100 HEZAR ÎMZE HATINE KOMKIRIN LI REQAYÊ ZÊDETIRÎ 170 HEZAR ÎMZE HATINE KOMKIRIN LI ROJAVA Û ROJHILATÎ DÊRAZORÊ 6 HEZAR Û 361 ÎMZE HATINA KOMKIRIN  LI KANTONA KOBANÊ ZÊDETIRÎ 51 HEZAR ÎMZE HATINE KOMKIRIN LI MINBICÊ HETA NIHA ZÊDETIRÎ 120 HEZAR ÎMZE HATINE KOMKIRIN LI KANTONA HESEKÊ 200 HEZAR KES TEV LI KAMPANIYAYÊ BÛNE  LI KANTONA QAMIŞLO ZÊDETIRÎ 215 HEZAR ÎMZE HATINE KOMKIRIN

Însiyatîfa Gel di çarçoveya kampaniya komkirina îmzeyan de ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 892 hezar îmze li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom kiriye.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di 22`yê Çileyê de Kampaniya komkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, ragihand.

Komîteyên têkildarî Kampaniyê ragihandin ku heta niha zêdetirî 892 hezar îmze li ser asta bakur û rojhlatê sûriyê hatiye komkirin.

Li kantonên efrîn û şehbayê Însiyatîfa Gel derdora 30 hezar û 460 îmze li ser asta bajar, navçe û bajarokên her du kantonan komkirine.

LI TEBQAYÊ li gorî endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Tebqayê Mehmûd El Îsa zêdetirî 100 hezar îmze li navçe û gundên girêdayî bajêr hatin komkirin.

Li gorî hevserokê encumena Giştî ya Reqayê Lûey El Îsa li bajêr û gundewarê wê zêdetirî 170 hezar îmze hatine komkirin.

Li ROJAVA û rojhilatî DÊRAZORÊ jî berpirsên rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê ragihand ku derdora 6 hezar û 361 îmze hatina komkirin.

LI KANTONA KOBANÊ JÎ, hevserokê encumena Kantonê Mistefa Îto diyar kir ku zêdetirî 51 hezar îmze hatine komkirin.

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a MINBICÊ Asya El Hisên jî ragihand ku heta niha zêdetirî 120 hezar îmze li Minbicê hatine îmzekirin.

LI KANTONA HESEKÊ, 200 hezar kes li gund, bajarok, navçe û bajarên kantonê tev li hemleya îmzeyan bûn.

LI KANTONA QAMIŞLO, zêdetirî 215 îmze li gund, bajarok, navçe û bajarên kantonê hatine komkirin.

kampaniya komkirina îmzeyan dê heta 15`ê Sibatê berdewam be.