Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA BAJARÊ KOBANÊ MALÊN KU JI BER ERDHEJÊ ZIRAR DÎTINE, PIŞKINÎN DIKE

REWŞEN EBDÎ- HEVSROKA ŞAREDARIYA KOBANÊ ŞAREDARÎ DÎWARÊN KU LI BER HILWEŞANDINÊ NE, JI NAV DIBE HECÎ EHMED- HEVSEROKÊ KOMÎTEYA ŞAREDARIYAN A FIRATÊ WELATÎ: ŞAREDARIYÊ XWE BI HAWARE ME VE GIHAND Û BERMAHIYÊN ERDHEJÊ RAKIR

Erdheja 6’ê sibatê bandor gihande bajarê Kobanê, gelek mal û avahîyan ji ber wê zirar dîtin û dîwarên malan sist bûn .

Şaredariya Kobanê bi hevkariya odeya endezyaran, komîteyeke ava kiriye û serdana malên ku ji ber erdhejê zirar dîtine, dike.

Malên ku dîwarên wan li ber hilweşandinê ne, ji bo parastina jiyana sivîlan, şaredarî dîwarên wan hildiweşîne.

Ev der bajarê Kobanê ye, erdheja ku li Mereşa Bakurê Kurdistanê rû dabû, zirar gihandiye hinek mal û avahiyan wê.

Şaredariya Gel a Kobanê bi hevkariya odeya Endezyaran komîteyek ava kiriye û li ser malên ku zirar dîtine, digere.

Komîte malan pişkinîn dike û dîwarên ku zirar dîtine, ji bo parastina jiyana sivîlan, hildiweşîne û navên wan tomar dike.

Welatiyên ku malên wan ji ber erdhejê zirar dîtine, behsa serpêhatiya xwe dikin û dibêjin şaredarîyê cihên ku bandor lê bûne, çaksaz kirine.

Sibeha 6’ê sibatê demjimêr 4 û 17 xulek li Mereşa Bakurê Kurdistanê bi pîvana 7.7 erdhejeke dijwar rû da û pêlên wê li gelek parêzeghên Bakurê Kurdistanê, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê belav bûn ku di encamê de zererên mezin bi xwe re anîn û heta niha bi hezaran cenaze di bin kavilan de ne.