Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJÊ KAMPANIYA BI HEVRE JI BO MIROVAHIYÊ RAGIHAND

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bike, kampaniya alîkariyê bi dirûşmeya bi hevre ji bo mirovahiyê bi daxuyanîyeke ragihand.

Daxuyanî li statdada şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişlo ji aliyê Hevseroka Kantona Qamişlo Yesra Derwîş û Hevserokê Encumena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hate kirin ku li gorî derfetên xwe tevlî kampaniyayê bibin.

Her wiha hate diyar kirin ku ji bo komkirina alîkariyan dê li seranserî herêmê kon ji îro heta 20’ê vê mehê ve bê vedan.

Hevseroka Kantona Qamişlo Yesra Derwîş bi rêya Rojava TV banga li gelê herêmê kir ku tevlî kampanyayê bibin