Kanala ROJAVA TV

NEXWEŞXANEYA GEL A HESEKÊ JI BO REWŞÊN AWARTE AMEDE YE

FARIS HEMO - RÊVEBERÊ NEXWEŞXANEYA GEL YA BAJARÊ HESEKÊ FARIS HEMO: EM JI BO REWŞÊN AWERTE AMEDE NE FARIS HEMO: DEWLETA TIRK Û ÇETEYAN NEHIŞTIN KU TÎMÊN ME DERBASÎ EFRÎN BIBIN FARIS HEMO: DEWLETA TIRK DIXWAZE QIRKIRINÊ DEWAM BIKE

nexweşxaneya gel ya li bajarê Hesekê ji bo her rewşên awarte amadebûna xwe ragihandin.

Rêvebirê Nexweşxaneya Gel a Bajarê Hesekê Faris Hemo ji ROJAVA TV re got, kadroyên wan yên tenduristiyê di nava amedebaşiyê de ne.

Di 6′ê sibatê de li bakurê kurdistanê erdhejeke dijwar çebû, di encamê de gelek bandor li herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê û herêmên din kir.

bi sedan avahî hilweşiyan û bi herzaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û bi hezaran heta niha di bin kavilan de ne.

Di vê derbarê de Kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneya gel ya bajarê Hesekê amadebûna xwe ji bo her rewşên awarte ragihandin.

Bijîşkê Nexweşiyên Hundirîn û Damaran û yek ji Rêvebirên Nexweşxaneya Gel a Bajarê Hesekê Faris Hemo got, ew ji bo rewşên awerte amede ne.

Her wiha Faris Hemo got, Rêveberiya Xweser û QSD′ê xwestin ku alîkariyê ji herêmên ku Erdhej bandor lê kiriye bişînin lê Dewleta Tirk û Çeteyên wê nehiştin ku derbasbin.

Faris Hemo anî ziman Dewleta Tirk bi rê girtina li ber alîkariyan dixwaze qirkirinê dewam bike.

Ji Rêvebirên Nexweşxaneya Gel a Bajarê Hesekê Faris Hemo diyar kir ku divê her welatiyekî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşên awarte de alîkariyê pêşkêş bikin.