Kanala ROJAVA TV

DESTEYA TENDURISTIYÊ YA FIRATÊ LI KONÊN JI BO EWLEHIYA XELKÊ HATINE VEDAN GERIYA

Desteya Tenduristiya ya herêma Firatê bi hemû beşên xwe, li nava konên ji bo ewlehiya xelkê ji erdhejê hatine vedan, geriya.

Ger do demjimêr 7’ê êvarî ji nexweşxaneya Kobanê dest pê kir û Desteyê madeyên xwarin û vexwarinê li xelkên li nava konan de belav kir.

hevseroka Desteya Tenduristiyê li herêma Firatê Ezîza Îbrahîm got wan xizmetên tenduristiyê pêşkêşî nexweşên di konan de kirin, û rewşên giran ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.