Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ DÎWARÊN AVAHIYÊN JI BER ERDHEJÊ ZIRAR DÎTINE TÊN HILWEŞANDIN

MISTEFA EBÛ HEBEŞ - XWEDIYÊ AVAHIYA XIRABÛYÎ FEWAZ EHMED - HEVSEROKÊ DESTEYA RÊVEBERIYA XWECIHÎ YA HERÊMA FIRATÊ

ji ber erdhejê, zirar gihişt hin avahiyên li bajarê Kobanê bi vê yekê desteya Rêveberiya Xwecihî û jîngehê dest bi hilweşandina dîwarên xerabûyî, kir.

Xwediyê yek ji wan avahiyên ku ziyan dîtine dibêje: Şaredarî ji bo ewlehiya xelkê dest bi hilweşandina dîwarên xerabûyî, kirin.

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya herêma Firatê Fewaz Ehmed diyar kir, piştî avakirina komîteyeke şopandinê ji bo rewşa avahiyan ji aliyê Rêveberiya Xwecihî û Jîngehparê û Li gorî agahiyên hatin girtin, wan dest bi hilweşandina dîwarên avahiyên xerabûyî, kirin.