Komîteya Tenduristiyê ya Minbic û gundewarên wê, bi armanca rêgirtina li hember zêde bikaranîna zarokan ji amûrên elektronîkî re panelek li dar xist .
Panel li Hola Encumena Zagonsaz û bi amadebûna nûnerên rêveberiyên sivîl, komîte û kesayetên jin ên bajêr, hate li dar xistin .
Têkildarî panelê, Rêvebera Komîteya Tenduristiyê Seher Oda destnîşan kir ku bi armamnca Rêgirtina li hember zêde bikaranîna zarokan ji amûrên elektronîkî re wam panel li dar xist .