Kanala ROJAVA TV

KEVANA ZÊRÎN BI PANELEKÊ, TÊKOŞÎNA ABDULLAH OCALAN JI BO JINAN NIRXAND

REHEF ZILFO- ENDAMA TEVGERA KEVANA ZÊRÎN EFAF HESKÊ- ENDAMA RÊVEBER A KOMÎTEYA ÇAND Û HUNER 

Tevgera Kevana Zêrîn îro li bajarê Qamişlo derbarê têkoşîna Rêber Ocalan di avakirina kesayeta jin û hunera wê de panelek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê lidarxist.

Panel bi dirûşma ” Bê Serok Jiyan Nabe” û bi tevlîbûna bi dehan jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Sûriyan bi rêve çû.

Panel li ser gelek mijara hate dabeşkirin, ji wan mijaran rastiya Rêber Abdullah Ocalan di wêjeya jinê de, têkoşîna Ocalan di avakirina kesayeta jin de, rsatiya Abdullah Ocalan di avabûna sîstema rêveberiya xweser û awayê hevserokatiyê de.

Beşdaran di nîqaşên  xwe de diyar kirin ku, berizkirina silogana Bê Serok Jiyan Nabe, girêdana ruhî û fikrî ya di nava civak û Rêber Ocalan nîşan dide.