YEKÎTIYA JINÊN CIWAN A HERÊMA CIZÎRÊ KONFERANSA XWE YA 3’EMÎN LIDARXIST
Yekitîya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê îro bi dirûşma “Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê şerê azadiyê bi serbixin” konferansa xwe ya 3’emîn lidarxist.
Konferans bi beşdariya 500 delgeiyên Yekitîya Jinên Ciwan, nûner, endamên sazî û rêxistinên jinan hate lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Remziya Mihemed lidarxistina konferansê pîroz kir û teqez kir ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan têkoşînê bilind bikin.
Piştî axaftinan perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan û rapora du salan a kar û xebatên Yekîtiyê hate xwendin.
Paşê derbarê rewşa rêxistinî û siyasî de nirxandin ji aliyê beşdaran ve hate kirin.
Di berdewamiya konferansê de sinefizyoneke têkildarî rol û armancên Yekîtiya Jinên Ciwan hat pêşandan.
konferansa Yekitiya Jinên Ciwan bi gelek biryarên girîng û hilbijartina Encumenê bi dawî bû.