LI REQAYÊ JI BO NÎQAŞKIRINA HEVGIRTINA SIYASÎ YA CIVAKÊ CIVÎNEK HATE LIDARXISTIN
KAMIL EL-HIZBIR -ENDAMÊ OFÎSA TÊKILIYAN Ê ENCUMENA SÛRIYA DEMOKRATÎK MSD
Encumena Sûriya Demokratîk MSD û Rêveberiya xwser, îro ji bo nirxandina girîngiya hevgirtina pêkhateyan li herêmê, bi rûspiyên Reqayê re civiyan.
Civîn di bin navê” Hevgirtina Civaka Siyasî” û bi beşdarbûna şêx û rûspiyên Reqayê hate lidarxistin.
Di civînê de mijarên girîngiya civaka siyasî di ewlehiya civakê de, awayên pêşxsitina vê hevgirtinê û Girîngiya berfirehkirina çarçoveya niştimanî ya Sûriyê ji bo rêveberiya xweser, hatin nirxandin.
Endamê Ofîsa Têkiliyan di Encumena Sûriya Demokratîk MSD de Kamil El-Hizbir diyar kir ku, Berfirehkirina aliyê niştîmanê ji bo Rêveberiya a Sivîl çareseriya aloziya sûriyê ye.