XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA EZMÛNA DAWIYA QONAXÊ PÊŞKÊŞ DIKIN
IYAD ÎBRAHÎM- XWENDEKARÊ WÊJEYA EREBÎ XWENDEKAR: PÊŞKÊŞKIRINA EZMÛNAN BAŞ DERBAS DIBE ROZAN SARIKÎ- XWENDEKARA FAKULTEYA BIJÎŞKIYÊ HEYMAN DILOVAN- XWENDEKARA FAKULTEYA BIJÎŞKIYÊ DIJLA GULÎ- BERDEVKA BEŞÊ JINEOLOJÎ DIJLA GULÎ: XWENDEKAR LI SER LÊKOLÎN, REFTAR, EZMÛN Û PROJEYAN TÊNE NIRXANDIN
Xwendekarên zanîngeha Rojava dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya qonaxa yekemîn a sala xwendinê dikin.
Berdevka beşê jineolojî, Dijla Gulê dibêje xwendekar ne bi tenê li ser ezmûnan têne nirxandin, lê belê ew li ser lêkolîn, reftar û porjeyan têne nirxandin.
Piştî xwendin û keda çar mehan, xwendekarên Zanîngeha Rojava dest bi pêşkêşkirina ezmûnên dawiya qonaxa yekemîn kirin.
Proseya pêşkêşkirina ezmûnan ji 28’ê vê mehê ve dest pê kiriye û xwendekar bi dilgermî pêşwaziyê lê dikin.
Xwendekar ji kamereya Rojava TV re diyar dikin ku, ezmûn bi dilê wan e û ew bi xwendinê, zehmetiyên li pêşiya xwe ji nav dibin.
Sîstema niraxndinê ya zanîngeha Rojava ji zanîngehên din cudatir e, ji ber ku xwendekar li ser lêkolîn, reftar, proje û karên xwe têne nirxandin.
Zanîngeha Rojava ku ji sala 2016’an ve hatiye avakirin, heta niha jê 4 nifş derçûne.