Kanala ROJAVA TV

LI EYN ÎSAYÊ JI BO ALÎKARIYA XIZMÊN QÛRBANIYÊN ŞÊX MEQSÛD, HEMLEYK ALÎKARIYAN DEST PÊ KIR

bi însiyatîfa gel û rûspiyên navçeyê, li Eyn Îsayê hemleyek alîkariyan ji bo xizmên qûrbaniyên avahiya Taxa Şêx Meqsûd, destpê kir.

Li gorî şêniyên Eyn îsayê, hemle dê heya hefteyekê berdewam bike.

Li ser mijarê welatiya bi navê Sena El-Yûsif anî ziman ku Êşa xizmên qûrbaniyên avahiya Şêx Meqsûd êşa wan e.

Sena got, ew ê li gorî derfetên xwe alîkariya wan bikin.

22 çileya derbasbûyî avahiyek 5 qatî li taxa şêxmeqsûd a helebê hilweşiya, di encamê de 16 sivîlan di nav de 5 zarok jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.