Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK TECRÎDA GIRANKIRÎ LI DIJÎ RÊBER OCALAN DIDOMÎNE

MISTEFA ŞÊX MISLIM - PARÊZER ŞÊX MUSLIM: TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER OCALAN NE TIŞTEKÎ NÛ YE ŞÊX MUSLIM: QEDEXEYA HEVDÎTINA MUWEKÎL BI PARÊZER RE DI ZAGONÊN TU DEWLETAN DE TUNE YE

Dewleta Tirk tecrîda li dijî Rêber Ocalan daye meşandin ev zêdetirî 22 mehan e didome, û herî dawî qedexeye hevdîtinê heta 3 mehên din jî bi hinceta cezayê dîsîplînê, dirêj kir.

Di vê derbarê de parêzer Mistefa Şêx Mislim diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan girantir bûye.

Rêber Ocalan ku di sala 2019’an de piştî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan belav bû bi parêzerên xwe re 5 hevdîtin pêk anî, û bi qedexeya parêzeran ya 27’ê Tîrmeha 2011’an û heya roja îro re rû bi rû ye.

Her wiha Dewleta Tirk tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan didomîne û herî dawî qedexeye hevdîtinê heta 3 mehên din, bi hinceta cezayê dîsîplînê, dirêj kir.

Parêzer Mistefa Şêx Mislim got Tecrîda li dijî Rêber Ocalan ku ji zêdetirî 22 mehan ve girantir bûye ne tiştekî nû ye.

Her wiha parêzer Mistefa Şêx Mislim got qedexeya hevdîtina miwekîl bi parêzer re di zagonên ti

dewletan de tune ye û  tenê dewleta Tirk vê yekê dike.

Rêber Abdullah ocalan di 15 sibata sala 1999’an de bi komployeke navnetewî hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin, ji wê demê ve û heta niha dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî rêber Ocalan ferz dike.