Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ RASTÎ GELEK ZEHMETIYAN TÊN

Xelkên Efrînî yên li kampên kantona Şehba dijîn, ji ber dorpêça girankirî ya ji aliyê hikûmeta Şamê ve û nebûna mazotê û derman rastî zehmetiyên mezin tên.

Tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê, gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û dorpêça hikûmeta Şamê li dijî kantona Şehba, Koçberên ji Efrînê yên li kampa Berxdanê dijîn  rastî gelek zehmetiyên jiyanî tên.

Jinên ji Efrînê yên koçberî kampa Berxdan bûne dibêjin tevî zehmetiyên têre derbas dibibn jî, heta dilopa dawî ew ê berxwedanê bikin

Her wiha Koçberê ji Efrînê got ev dorpêç ne mirovî ye û ji aliyê Şam, Rûsiya Û Tirkiyê tê  ferzkirin.

tevî hemû zehmetiyên ku Koçberên Efrînê û xelkên kantona şehbayê têre derbas dibin jî dewleta Tirk a dagirkjer topbarana li dijî kantona Şehbayê didomînine

Civaka Navneteweyî li hember kiryarên dewleta Tirk û Hikûmeta Şamê bê deng in .