JINÊN JI KOBANÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN DIKIN
Jinên ji bajarê Kobanê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê ku demildest were bidawîkirin.
Dewleta Tirk a dagirker bêdengiya civaka navdewletî ji xwe re weke derfet bi kar tîne û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.
Lê gelê Kurd û dostên wan li Kurdistan û li derve berdewam li qadan in û bi çalakiyên xwe siyaseta dewleta Tirk protesto dikin û diyar dikin ku heta dawiyê ew ê li pişta serokê xwe bin.
Li ser vê mijarê jinên ji bajarê Kobanê gotin, tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û divê ku demildest were bidawîkirin.
Her wiha jinan piştrast kirin ku heta tecrîda li Îmraliyê neyê şkandin ew ê li qadan bin û xwedî li rêberê xwe derkevin.
Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji bo şkandina tecrîdê kampanyayên îmzeyan têne lidarxistin û şêniyên herêmê bi dilgermî pêşwaziyê li wan kampanyayên dikin.