Kanala ROJAVA TV

BI ARMANCA TUNEKIRINA FIKRÊ DEMOKRATÎK DEWLETA TIRK TECRÎDÊ LI DIJÎ RÊBER OCALAN GIRANTIR DIKE

FERÎD ETÊ - HEVSEROKÊ ENCUMENA GIŞTÎ YA RÊVEBERIYA XWESER RAYEDARÊN RÊVEBERIYA XWESER: CEZAYÊN DÎSPLÎNÊ LI DIJÎ PÎVANÊN MAFÊN MIROVAN E MERYEM ÎBRAHÎM – HEVSEROKA DESTEYA KARÛBARÊN CIVAKÎ A RÊVEBERIYA XWESER   RAYEDARÊN RÊVEBERIYA XWESER:TIRKIYÊ ARMANC DIKE KU GEL JI RÊBERTÎ DÛR BIXE

Têkildarî tecrîda li dijî rêber Ocalan, Rayedarên rêveberiya xweser diyar kirin ku Cezayên dîsplînê yên li dijî rêbertî tên birîn, li dijî hemû pîvanên mafên mirovan e.

Her wiha destnîşan kirin ku dewleta tirk bi riya tecrîdê armanc ku gel ji fikir û felsefeya rêber Ocalan dûr bixe.

Dewleta Tirk a dagirker ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne. 4 Çileyê qedexeya hevdîtinê heta 3 mehên din bi hiceta cezayên dîsplînê dirêj kir.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ji bo bidawîkirina tecrîdê hemleyeke îmzeyan di 22yê Çileyê de destpêkirine.

Her Têkildarî mijarê Rayedarên Rêveberiya xweser diyar kirin ku Cezayên dîsplînê yên li dijî rêbertî tên birîn, li dijî hemû pîvanên mafên mirovan e.

Her wiha rayedaran destnîşan kirin ku dewleta tirk bi riya tecrîdê armanc dike gel ji fikir û felsefeya rêber Ocalan dûr bixe.

Ji 22 mehan ve, agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Gelê li herêmê di derbarê rewşa rêbertî de bi fikar in, komîteya pêşîlêgirtina êşkenceyê ya netewên yekbûnyî CPT di vê mijara de bi gel re rast tevnagere.