NAVENDA ÇANDÊ YA KOBANÊ PERWERDEYEKE ŞANOYÊ JI CIWANAN RE VEKIRIYE
Navenda çand û hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê, perwerdeyeke şanoyê ji ciwanan re vekiriye. Ciwan waneyên teorî destpêkê distînin û paşê wê di pratîkê de bi cih dikin.
Beşdarên perwerdeyê jî dibêjin, ew ê zanîna xwe tev bixin xizmeta civakê.
Bi armanca xurtkirin û pêşxistina hunera şanoyê, navenda çand û hunera Baqî Xido ev 5 roj in, perwerdeyeke şanoyê ji ciwanan re vekiriye.
Hejmara ciwanên ku beşdarî perwerdeyê bûne, zêdetirî 20 kesan in û ew li ser aliyên teorî û pratîkî têne perwerdekirin.
Li gorî perwerdekaran armanca wan ew e ku behreyên ciwan geştir bikin û derfetan li pêşiya wan zêdetir bikin.
Beşdarên perwerdeyê diyar dikin, ew perwerdeyeke akademîk dibînin û dibêjin ew ê zanîna xwe bixin xizmeta civakê.
Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navendên çand û hunerê hene, Rêveberiya Xweser armanc dike ku her pêkhateyek çanda xwe nas bike û bi hev du re kevneşopî û hevgiritna herêmê dewlemend bikin.