ŞÊNIYÊN TAXA ROJAVA YA EYN ÎSAYÊ JI BER XIRABBÛNA RÊYAN ZEHMETIYAN DIBÎNIN
Ji ber barîna baranê, rêya taxa rojava ya navçeya Eyn Îsayê xirab bûye û şênî diyar dikin ku ew zehmetiyan dikşînin.
Hevserokatiya komîteya xizmetguzariyê a Şaredariya navçeya Eyn Îsayê Şaha El- Esaf mizgîniyek da şêniyan.
Ev der taxa rojava ya navçeya Eyn Îsayê ye, ji ber barîna baranê rêyên wê xirab bûne û li pêş tevgera çûnûhatinê astengiyan ji şêniyan re derdixe.
Şêniyên vê taxê ji Rojava TV re diyar dikin ku ew bi zehmetî tevdigerin û daxwaz ji şaredariyê dikin ku rêyên wan çaksaz bike.
Li gorî şaredariya navçeya Eyn Îsayê, dema ku rewşa hewayê baş bibe, ew ê yekser dest bi çaksazkirina rêya taxa rojava û rêyên din bikin.
Navçeya Eyn Îsayê bi qasî 30 K.M li rojhilatê Kobanê û bi qasî 50 K.M li bakurê Reqayê dikeve. Her wiha rêya M- 4 ya navdewletî jî tê re derbas dibe. Piştî dagirkirna Girê Spî û Serê Kaniyê Tirkiyê rojane êrîşî wê navçeyê dike û xebat hin caran li wir têne rawestanidin.