Kanala ROJAVA TV

GERÎNENDEYA JÎNGEHÊ LI HERÊMA FIRATÊ DEST BI HEMLEYA ÇANDINA DARAN KIR

Gerînendeya jîngehê ya herêma firatê bi armanca parastina jîngeh û çanda daristanan, dest bi hemleyek çandina daran kir.

Hemle bi dirûşma “Her darek buharek e, Dara xwe biparêze” li gundê Golê yê navçeya Çelebiyê hate destpêkirin.

Di bernameya hemleyê de, dê dar li tevahî gundên herêma firatê werin belavkirin û werin çandin.

Di heman demê de wê dar li tevahî dibistanên herêma firatê jî werin çandin.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Gerînendeya jîngehê Arif Balî got, Hemleya çandina daran wê heta 4 nîsanê ango roja jidayîkbûna rêber Abdullah Ocalan dewam bike.