Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN HERÊMA FIRATÊ: ARMANCA HEVDÎTINÊN ŞAM Û ENQERÊ DIRÊJKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ YE

Bi sedan Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê îro li dijî hevdîtinên di navbera Tirkiyê û Hikumeta Şamê de xwepêşandanek li dar xistin û desteka xwe ji QSD′ê re nîşan dan.

Xwepêşandan ji pêş avahiya Encumena Çelebiyê dest pê kir.

Xwepêşandêran pankartên “QSD DAIŞ têk bir û dê dagirker û terora Tirkiyê jî têk bibe, Em hemû QSD ne” hildan.

Li Çerxerêya Şehîd Gelhat Raman a li gundê Xirab Îkê yê navçeyê xwepêşandan veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de hate diyarkirin ku Hevdîtinên Şam û Enqere bi armanca dirêjkirina aloziya sûriyê ne.

Her wiha hate gotin hêzên QSD xaka sûriyê ji berjewendiyên dewleta tirk diparêzin û divê destek ji bo wan zêdetir bibe.

28 kanûna derbasbûyî li Mosko berpirsên hikûmeta Şam û turkiyê li hev civiyan û ya xuya dike ku dixwazin li dijî gelê sûriyê li hev bikin