Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA ŞAREDARIYAN A MINBICÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Komîteya şaredariyan a Minbicê bi beşdariya nûnerên şaredariyan îro civîna xwe ya salane li dar xist.

Li gorî komîteya şaredariyan wan îsal gelek proje pêk anîne û ji bo sala bê jî wan gelek proje û plan danîne û ew ê li ser wan kar bikin.

Piştî karûxebatên ku di nava salekê de pêk hatine, îro komîteya şaredariyan a Minbicê û gundewarên wê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de nûnerên şaredariyan ên Minbicê û yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Karûxebatên şaredariyan ên di nava salekê de hatin nirxandin û çawaniya derbaskirina kêmaniyan û xurtkirina wan bi firehî hatin destgirtin.

Li gorî komîteya şaredariyan a Minbicê wan îsal bi dehan proje ku ji sererastkirina rêyan û torên avrêjiyê pêk tên, temam kirine.

Tevî ku bajarê Minbicê her dem di bin gef û êrîşên dewleta Tirk de ye, lê şaredariyê xebatên xwe ranewestandiye û ji bo xizmetkirina gel her dem xwedî proje û plan e.