TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN A KANTONA KOBANÊ SALA NÛ PÎROZ KIR
Bi boneya pêşwazîkirina sala nû Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê bi dahol û zirne û li xwekirina cil û bergên kurdî di nav bajêr û kolanan de geryan.
Şêniyên kobanê jî hêvî kirin ku Sala nû bibe sala Aramî û Ewlehiyê.
Sala 2022 an ber bi dawiyê ve diçe û şênî bi bi coşeke mezin amadekariyê Pêşwazîkirina Sala nû dikin.
Îro jî Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Kobanê bi dahol û zirne û li xwekirina cil û bergên kurdî bi gotina “serê salê binê salê xwedê biparêz e vê malê” di nav bajêr û kolanan de geryan û bi belavkirina şîraniyê pêşwaziya sala nû kirin.
Şêniyên kobanê sala nû li Tevahî gel û malbatên şehîdan Pîroz kirin û hêvî kirin ku Sala nû bibe sala Aramî û Ewlehiyê.
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Felek got ku Armanca wan ya ji lixwekirina Gil û bergên Kurdî, zindîkirina Folklor û çanda Kurdî ye.
Şêniyên tevahî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê amedekariyên xwe yên pêşwazîkirina sala nû dikin, kolan, firoşgeh û malên xwe bi baba Noel û darên serê salê dixemilînin.