Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN KOBANÊ SERSAXÎ DAN MALBATA ŞEHÎD AVRÎN TOLHILDAN

Şêniyên Kobanê sersaxî dan malbata şehîd Avrîn Tolhildan ku di êrişa kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê de şehîd bûbû.

Bi dehan şêniyên Kobanê berê xwe da konê sersaziyê yê şehîd Perwîn Mihemed  ku li gundê Helencê hate vegirtin.

Di merasîma sersaziyê de hevserokê Encumena Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Adil Hacî bêdengiya navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Her wiha endamê Desteya Rêveber a PYD ê Salih Nûh tekez kir ku Li gel berxwedana lehengane ku hêzên gerîla pêk tînin, gel di nava Ewlehiyê de dijî.

Di dawiya Merasîmê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.