ŞÊNIYÊN KOBANÊ KOMKUJIYA PARÎSÊ ŞERMEZAR KIRIN
Ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê Şêniyên Navçeya Şêran a Kantona Kobanê xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandan bi pêşengiya Kongra Star û bi amadebûna bi dehan Şêniyên Navçeyê û Endamên saziyan, hate li dar xistin .
Di xwepêşandanê de li ser navê Kongra Star axaftin hatin kirin û hate gotin ku armanca vê komkujiyê tunekirina hebûna Kurdan li her cihî ye.