Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ KOMKUJIYA LI PARÎSÊ PÊK HAT XWEPÊŞANDAN DEWAM DIKIN

Di derbarê êrîşa li dijî navenda çandê ya kurd li parîsê gelê kurd li her çar aliyên kurdistanê û cîhanê daketin qadan û hêrsa xwe ya li dijî polîtîkayên qirkirinê anîn ziman.

Li ser miajrê endama komîteya perwerdeyê ya Kantona Hesekê Hemrîn Hisên komkujî şermezar kir diyar kir ku cenazayên şehîdên komkujiyê hê jî radestî malbatên wan nehatine kirin.

Di encama êrîşa li ser navenda çandê ya Ahmed Kaya ya ku li paytexta fransa ku di 23’ê Kanûnê de pêk hat, çalakvana Kurd Evîn Goyî, Hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Evdilrehman Kizil şehîd bûn.

Pêkhateyên Hesekê bi xwepêşandanekê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kirin û gotin ku ew ê çalakiyên li Rojava û tevahî cîhanê dewam bikin.

Derbarê mijarê de endama komîteya perwerdeyê ya Kantona Hesekê Hemrîn Hisên komkujî şermezar kir û got ku êrîşa li Parîsê pêk hat êrîşeke li dijî tevahî gelê kurd bû.

Hemrîn Hisên her weha diyar kir ku cenazayên şehîdên komkujiyê radestî malbatên wan nehatine kirin û destnîşan kir ku gelê kurd li her derê çalakiyan pêk tînin.

Li dijî 2’yemîn komkujiya li ser Kurdan a li Parîsê gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê daketin qadan.