KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA LI REQAYÊ JI BO NIRXANDINA KARÊ XWE; CIVÎNA SALÊ LI DAR XIST
Encumena giştî a Kombûna Jinên Zenûbya îro ji bo nirxandina kar û xebatên xwe, civîna xwe ya salê li bajarê Reqayê li dar xist.
Civîn bi dirûşma “Bi Rêxistin û perwerdeyê em ê şoreşa gelan bi ser bixin” û bi beşdarbûna Seroka Desteya Cîbcîkar a Encumena Sûriya Demokratîk MSD Îlham Ehmed, dezgehên jin û tevahî buroyên Kombûna Jinên Zenûbya li Minbic, Dêra Zor, Tebqa û Reqayê hate lidarxistin.
Destpêka civînê perisbektîvên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin. Piştre rapora salê ya kar û xebatên Kombûna Jinên Zenûbya hate xwendin.
Her wiha rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê hatin nirxandin. Hate tekez kirin ku divê li hember hemû cûreyên êrîşên qirkirinê asta têkoşînê bilindtir bibe.
Paşê nîqaş li ser rewşa rêxistinî, destkeftî û astengiyên sala 2022 an hatin kirin.
Dûra sînevizyonek derbarê destkeftiyên Kombûna Jinên Zenûbya li her çar bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û dêra zorê hate pêşandan.