Kanala ROJAVA TV

BI SEDAN WELATIYÊN LI ŞEHBAYÊ LI DIJÎ KOMKUJIYA PARÎSÊ HÊRSA XWE NÎŞAN DAN

Bi sedan welatiyên Efrîn û şehbayê îro li dijî komkujiya parîsê bi meşeke girseyî hêrsa xwe nîşan dan.

Meş bi dirûşma “Bi berxwedanan gel komplo vala derdikeve” hate lidarxistin.

Meş ji destpêka navçeya Ehdas dest pê kir û bi berizkirina dirûşmên şermezarkirina komkujiya Parîsê, ber bi parka navçeyê ve birêket.

Li parka navçeyê meş veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de hate diyar kirin ku sedema dubarekirina komkujiyên li dijî kurdan, nedarizndina kujeran ji aliyê civaka navnetewî ye.

Her wiha hate tekezkirin ku dijmin bi komkujiyan nikare vîna gel bişkîne û Wê gel her tim li ser piyan be.

Beşdarên meşê bang li hikumeta Parîsê hate kirin ku helwesta xwe li hember komkujiyên li dijî Kurdên li wir zelal bike û cezayên tund bide sûcdaran.