Kanala ROJAVA TV

SURYANÊN KASOLÎK LI QAMIŞLO CEJNA ZAYINÊ PÎROZKIRIN

Ji demijmêr sibehê ve Suryanên Kasolîk berê xwe dan dêrên li herêmê û roja zayîna H.Z Îsa bi merasîman pîrozkirin

Bi vê boneyê kamerya RojavaTV merasîm û rêûresmên pîrozbahiyê ku li dêra El-Edira a li bajarê Qamişlo pêkhat şopand.

merasîm bi nimêja taybet a vê rojê û gelek rêûresmên din jî destpêkir .

Suryanên beşdarî şahî û merasîmên pîrozbahiya vê boneyê bûn teqezkirin ku tevî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û rewşa aborî a zehmet ew cejnên xwe pîroz dikin û diyarkirin ku hêviyên wan di van rojên pîroz de ku aştî, hezkirin û aramî li tevahî cîhanê belav bibe.