HIKUMETA ŞAMÊ DORPÊÇA LI SER KANTONA ŞEHBAYÊ GIRANTIR DIKE
Koçberên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne ji ber dorpêça Hikumeta Şamê di nava şert û mercên dijwar de dijîn .
Koçberan helwesta hêzên navneteweyî ya li hember dorpêça hikumeta Şamê şermezar kirin banga bidawîkirina dorpêçê hat kirin .
Koçberên Efrînê yên ku di kamp û malên rûxandî de li Şehbayê dimînin ji ber siyaseta hikumeta Şamê û ya dewleta Tirk dagirker, di nava şert û mercên dijwar de dijîn .
Bi taybet di demsala zivistanê de, ji ber nebûna madeyên sotemeniyê û kêmbûna madeyên xwarinê û dermanan li navendên tenduristiyê, êşa koçberên Efrînê du qat zêde dibe .
Koçberan gotin ku ji ber nebûna sotemeniyê ew zehmetiyan dibînin û tekez kirin ku Hikumeta Şamê bi van siyasetan hewl dide gelê kurd tune bike .
Her wiha Koçberan helwesta hêzên navneteweyî ya li hember dorpêça hikumeta Şamê şermezar kirin banga bidawîkirina dorpêçê kirin .
Ji dema dagirkirina Kantona Efrînê ve di Adara 2018 an de hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê li dijî şêniyên Kantona Şehbayê û koçberên kantona efrînê dimeşîne .
Ji wê demê ve koçberên Efrînê di nava şert û mercên herî dijwar de dijîn.