Kanala ROJAVA TV

KOMELEYA AŞTÎ YA MIROVAHÎ ŞAHIYEK JI BO ZAROKAN LI QAMIŞLO LIDARXIST

Komeleya Aştî ya Mirovahî îro bi armanca ku moral û kêfxweşiyê belav bikin şahiyek ji zarokên Şehîdan re li bajarê Qamişlo lidarxist.

Şahî bi dirûşma “Ka zaroktiya min, Ez dixwazim zaroktiya xwe bijîm” li stadyoma Qamişlo hate lidarxistin.

Di şahiyê de hevseroka Komeleya Aştî ya Mirovahî Gulîstan Ezîz diyar kir ku Di demekê de ku êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê zêdebûne wan xwest bi şahiyekê moralên zarokan bilind bikin.

Piştî axaftinan koma Şano ya Desteya Çandê û komek stranan ya zarokan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Komeleya Aştî ya Mirovahî di dawiya Şahiyê de diyarî li zarokan belav kir.