BI BONEYA HATINA SALA NÛ LI KOBANÊ XELAT LI XWENDEKARAN HATIN BELAVKIRIN
Bi boneya hatina sala nû, Desteya Çand û Hunera Baqî Xido û Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê xelat li xwendekaran belav kirin.
Papanwêl derbasî hemû dibistanên bajarê kobanê bû û xelatên curbecur li xwendekaran belav kir.
xwendekaran jî kêfxweşiya xwe bi hatina sala nû anîn ziman.
Desteya Çand û Huner a kantona kobanê hêvî kir ku ev sal bi xêr û xweşî di ser gel re derbas bibe.