Kanala ROJAVA TV

BIJÎŞKÊN KOBANÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN BI BALAFIRÊN ŞER RED KIRIN

Bijîşkên kantona kobanê bi daxuyaniyekê Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên Şer li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê şermezar kirin û banga Qedexeya hewayî li pêş balafirên tirkiyê kirin.

Bijîşkan di daxuyaniyê de diyar kirin ku Di êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker de zarok û sivîlan jiyana xwe ji dest dan û ev yek kiryarên li dijî mirovahiyê ne.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de bijîşkan gotin ku Êrîşên dewleta tirk ên bi balafirên şer bi armanca tirsandina gel têne kirin.

bijîşkan tekez kirin ku ew ji bo pêşkêşkirina her cure alîkariyê ji gel re ,amade ne.