Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA PÊL LI BAJARÊ QAMIŞLO PANELA XWE BI NIRXANDINA MIJARÊN GIRÎNG BI DAWÎ KIR

Îro rêxistina Pêl bi hevkariya hin rêxistinên din li bajarê qamişlo, komxebata xwe ya 7emîn a ciwanan di roja duyem de bi nirxandina mijarên girîng bi dawî kir.

Berpirsê têkiliyên rêxistina pêl Heysem Hiskî got ku armanca wan bihêzkirin û perwerdekirina ciwanan di nava civakê de ye.

Rêxistina Pêl bi Rêxistina Tedmirto, Êla û Emal re komxebata xwe ya 7emîn bi amedebûna 150 keç û xortan ji pêkhateyên cuda, di roja duyem de li hola zane ya bajarê qamişlo bi dawî kir.

Di roja yekem a panelê de mijara Pirengiya netewî, ziman û olî li herêmê, parastina pirrengiyan bi awayekî yasayî, rêyên kûrkirina hemahengî û peywendiyê û mekanîzmeya pêşdebirinê hate nîqaşkirin.

Di roja duyem û ya dawî de mijara çawaniya rawestandina axaftina kînî, pêşvebirina aştî û hevgirtina civakî, her wiha pêşdebirina mafên koçberan û kesên xwedî pêdiviyên taybet hate nîqaş kirin.

ji bo veguhestina nêrîn û ramanan, her wiha peydakirina bersivên mijarên ku hatin nirxandin, nîqaş di navbera beşdarên panelê de hate kirin.

Armanca van Rêxistinan ji lidarxistina panelan bihêzkirina ciwanan û perwerdekirina wan e. Her sal di panelê de nêzî 150 ciwan û jinên ciwan ji herêmên bakur û rojhilatê sûriyê beşdar dibin.