ODEYA BAZIRGANIYÊ YA MINBICÊ YEKEMÎN KONFERANSA XWE LI DAR XIST
Odeya bazirganiyê ya bajarê Minbicê îro yekemîn konferansa xwe li hola çand û huner ya bajêr lidarxist.
Di konferansê de hejmarek ji bazirganên Minbicê beşdar bûn.
Hevserokê TEV-DEM Xerîb Hiso rewşa siyasî û geşedanên li herêmê nirxandin.
Piştre rapora du salan ya kar û xebatan hate xwendin, her wiha rêziknameya hundirîn jî hate xwendin û ji aliyê bazirganan ve hate erêkirin.
Di konferansê de Kînan Ehmed El-Mûsa û Hana Derdar ji bo serokatiya Odeya Bazirganiyê ya Minbicê ji aliyê beşdaran ve hatin hilbijartin.
Têkildarî erêkirina rêziknameya hundirîn ya Odeya bazirganiyê Hevserokê Yekîtiya bazirganên bakur û rojhilatê sûriyê Merwan Hemada axivî.