Kanala ROJAVA TV

DESTEYA JIN A HERÊMA CIZÎRÊ BI BONEYA ROJA ZAROKAN A CÎHANÎ DEST BI ÇALAKIYAN KIR 

Desteya Jin a herêma Cizîrê bi boneya 20ê Mijdarê roja Cîhanî ya Zarokan, şahiyeke li stada şehîdên 12ê Adarê li bajarê Qamişlo organîze kir.

Cîgira desteya jin a Rêveberiya xweser Evîn Qafûr diyar kir ku dê çalakiyên wan ên ji bo zarokan heta 5 rojan dewam bikin.

Roja Cîhanî ya Zarokan di 20ê Mijdarê sala 1954an de wek helkefteke cîhanî hate ragihandin ku her sal, ji bo pêşxistina pêwendiya navdewletî, hişyarkirina zarokan tê pîroz kirin.

Bi rasthatina vê rojê re Desteya Jin a herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi hev re ji bo parastina jiyana zarokan” dest bi rêze çalakiyên xwe kir.

Di roja yekem a rêze çalakiyan de, Desteya Jin bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl re ji bo 100 zarokî, şahiyeke li stada şehîdên 12ê Adarê li bajarê Qamişlo organîze kir.

Cîgira desteya jin a Rêveberiya xweser Evîn Qafûr behsa rêze çalakiyên xwe kir.

Şahiya Desteya Jin bi gerandina dîlanên zarokan û pêşkêşkirina diyariyan di roja xwe ya yekem de bi dawî bû.