Kanala ROJAVA TV

JINÊN REQAYÊ TUNDIYA LI SER JINAN ŞERMEZAR DIKIN

Bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Jinên bajarê Reqayê bang li rêxistinên mirovî yên têkildarî mafê jinan kirin ku tundiya li ser jinan bi awayekî pratîkî rawestînin û wekheviyê di navbera her du zayendan de çêbikin .

Li tevahî cîhan û Rojhilata Navîn şoreş û serhildan di pêşengiya jinan de dest pê dikin. Di her kuştin û qetilkirina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek .

Roja 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ye, ev rojê bingehê xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digire.

Bi vê boneyê jinên bajarê Reqayê Tundiya li ser tevahî jinan şermezar kirin û tekez kirin ku Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî rojane tundiyê li ser jinan dike .

Jinên reqayê bang li rêxistinên mirovî yên têkildarî mafê jinan kirin ku tundiya li ser jinan bi awayekî pratîkî rawestînin û wekheviyê di navbera her du zayendan de çêbikin .

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Kanûna sala 1999’an de biryar da ku 25’ê Mijdarê, roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê .

Her sal bi vê boneyê, li seranserê cîhanê û kurdistanê çalakî têne lidarxistin û banga mafê jinan tê kirin ..