Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê Û KONGRA STAR HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ LI QAMIŞLO LI DAR DIXIN

Kongra Star û PYD’ê hilbijartinên navxweyî yên şaredariyan li bajarokê Tenûriyê yê rojhilatê bajarê Qamişlo li dar xistin.
Bi sedan dengdêr herikîn ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn û hêvî kirin ku xizmeteke baş ji bo wan were pêşkêşkirin.

Proseya hilbijartinên navxweyî yên Kongra Star û PYD’ê li bajarokê Tenûriyê yê rojhilatê bajarê Qamişlo bi rê ve çû.

Dergehê binkeya dengdanê demjimêr 8’ê sibehê li pêşiya dengdêran hate vekirin û heta demjimêr 5 berdevam kir.

2 kesan xwe ji bo wergirtina posta hevşaredariyê berbijêr kiribûn ku dê ji bo heyama çend salan xizmeta welatê xwe bikin.