31 XWENDEKAR JI PEYMANGEHA ŞEHÎD VÎYAN AMARA LI ŞEHBAYÊ DERÇÛN
Desteya perwerde û fêrkirinê ya herêma Efrînê, îro bi şahiyekê bawername li 31 xwendekarên derçûyî yên peymangeha Şehîd Vîyan Amara belav kirin.
Di şahiyê de xwendekar û malbatên wan, desteya perwerdeyê, endamên saziyan û welatiyên herêmê beşdar bûn.
Li gorî agahiyan 31 xwendekar ji beşên ziman û wêjeya kurdî, mamosteya ref, zindînasî, fîzîk û kîmyayê derçûn.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku xwendekar pêşeroja civakê ne û dê bi saya wan civaka demokrat û zana were avakirin.
Derçûyên peymangehê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê ji bo xizmeta civaka xwe kar bikin.