JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN LI ŞEHBAYÊ KONÊ ÇALAKIYÊ HATE VEDAN
Bi durişma em rêber abdullah Ocalan silav dikin û soza têkoşînê bilind dikin Li şehbayê çalakiya konvedanê hate li dar xistin.
Di çarçoveya çalakiyên encumena Jin a kantona Efrînê de, bi Dehan kes tevlî çalakiyê bûn û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.
Di çalakiyê de axaftin ji aliyê endama Encumena Jin a Kantona Efrînê Fikiret Ebdalo ve hate kirin û gotin ku dewleta tirk bi dîlgirtina Rêber Ebdullah Ocalan dixwaze Îradeya Gelê Kurd bişkîne.
Her wiha Çalakvanan jî gotin ku fikra wan ji berhemên fikirê rêber Ebdullah Ocalan in.