Kanala ROJAVA TV

RÊVBERIYA XWESER HEJMAREK JIN Û ZAROKÊN DAIŞ’Î RADESTÎ HOLENDA Û ELMANIYA KIR

Gerînendeya têkiliyên derve ya rêvberiya xweser li baregeha hevpeymaniya navdewletî bi 2 şandeyên welatên ewrupayê re civiya..

Şande ji nûnrera Elmaniya û rêveberiya sefareta Elmanî ya derve Manca Kîlz û şanderê Holenda yê taybet bo Sûriyê Îmêl Da Bont pêk hat..

Herdû şande ji aliyê Cîgirê hevserokatiyê girînendeya têkiliyên derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Robêl Biho, Endamê Desteya Rêveber a Têkiliyên Derve Xalid Ibrahîm, endama Ofîsa YPJ Lana Hisên û cîgira hevserokatiya desteya jin Hiweyda Selîm ve hatin pêşwazîkirin..

Di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştê û herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi taybet hate nirxandin.

Di dawiya civînê de bi peymanek îmzekirî Rêveberiya Xweser hejmarek zarok û jinên DAIŞ’ê yên Holendî û Elmanî radestî herdû şandan kirin..

Şandeyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê keda Rêveberiya Xweser a radestkirina jin û zarokên DAIŞ’î û avakirina sîstema demokratîk pîroz dîtin..

Gerînendeya têkiliyên derve ya Rêvberiya Xweser bi her awayî karê diplomasî dike, da ku welatên cîhanê hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin. Beriya demekê jî gerînendeyê 10 zarok radestî Rûsiya fedral kirin û li gorî nûnerên Rûsî heta niha 254 jin û zarokên DAIŞ’î yên Rûsî ji rêveberiya xweser hatine wergirtin..