RÊVEBERIYA XWESER A HERÊMA FIRATÊ: BERXWEDANA KOBANÊ DOZA KURD KIR DOZEKE NAVNETEWEYÎ
Rêveberiya xweser a herêma Firatê bi daxuyaniyekê roja cîhanî a piştgiriya berxwedana Kobanê pîroz kir û diyar kir ku berxwedana Kobanê doza Kurd kir dozeke navneteweyî .
Rêveberiyê di daxuyaniyê de got “Roja Cîhanî ya Kobanê di gihandina dengê şoreşa Rojava ji bi cîhanê û veguherandina wê ji bo tevahiya mirovahiyê roleke girîng lîst, û doza kurd kir dozeke navnetewetî .
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirina ku berxwedana kobanê planên DAÎŞ’ê û alîgirên wê pûç kir, û di dîroka rizgariyê de bû qonaxek .
Rêveberiya xweser a herêma Firatê di dawiyê de bang li welatiyên herêmê kir ku destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidest xistin biparêzin .